Estonya, ji Peymana Ottawayê vekişiya

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Estonyayê ragihand ku Estonya ji ber tehdîdên ewlehiyê yên Rûsyayê ji Peymana Ottawayê vekişiyaye. Wezîr got ku ev peyamekî zelale bo Rûsyayê.
Li gor ragihandina Weşangeriya Girştî ya Estonyayê (ERR); meclisa Estonyayê îro biryarê daye ku ji Peymana Ottawayê vekişe.
Peymana Ottawayê ew peymane ku mayînên antîpersonel û bikaranîna wan mayînan qedexe dike. Ji bo biryarê bidin, di meclisa Estonyayê de mijarê xistine ber dengdanê û biryar ji aliyê meclisê de hatiye dayîn.
Wezîrê kar û barên derve yê Estonyayê Tsahkna, biryar a vekişîna ji peymanê wekî biryarekî rast binav kir û got Rûsya bo Ewrûpayê tehdîdekî ji dil û di wexta dirêj ya pêşde jî tehdîde.
Tsahkna, ragihand ku bo parastina axa Estonyayê û azadiya Estonyayê amadene ku temamê alavan bikarbînin.
Biryara vekişîna ji Peymana Ottawayê bi erêkirina 81 parlementeran û binekirina 7 parlementeran biryara hat dayîn. Divê biryara here ber îmza serokkomar û bê îmzakirin.
Piştî îmzakirina serokkomar, wê Estonya biryarê bişîne bo Neteweyên Yekgirtî û welatên din yên teref. Piştî 6 mehan wê Estonya karibe mayînan stok bike û mayînan bixe bin erdê, biçîne.
Polonya, Litvanya, Estonya û Letonya bi sedema endîşa ewlehiya herêmê, ragihandibûn ku plan kirine ji Peymana Ottawayê vekişin lê Letonya û Estonya her dû dewlet pêvajoyê dabûn destpêkirin.
Peymana Ottawayê di 1 Adar 1999an de hatibû îmzakirin ku peyman ya qedexekirina mayînan e. Di peymanê de ‘Bikaranîna antîpersonel mayînan, depokirina wan, hilberîna wan, dewra wan qedex dike û peymana îmhakirina wan e. 164 dewlet di peymanê de terefin lê 132 welat peymanê îmza kirine.
Welatên peymanê îmza kirine, yek ji wan hilberîna mayînan nakin. Welatên peymanê îmza nekirine 12 welatin:
Rûsya, Çîn, ABD, Kuba, Hindistan, Pakistan, Îran, Myanmar, Kore ya Bakûr, Kore ya Başûr, Singapur, Vietnam. Her 12 dewlet mafên xwe yên hilberîna mayinan heye.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




