Qralê li sirgûnê Juan Carlo ragihand ku çawa qezaen birayê xwe kustiye

Qralê li sirgûnê Juan Carlo ragihand ku çawa qezaen birayê xwe kustiye

PeyamaKurd – Qralê Îspanya yê niha li sirgûnêye Juan Carlos (87), cara ewilî behs kir ku çawa qezaen birayê xwe Alfonso kuştiye. Juan Carlos di pirtûka xwe ya nivîsandiye ya bi navê “Juan Carlos I d’Espagne: Réconciliation”’ de ku 500 rûpele, bûyera kuştina birayê xwe ya di sala 1956an de, li Potekizê qewimîbû, bi hûrayî behsa bûyerê dike. Juan Carlos di pirtûkê de li ser kuştina birayê xwe weha dibêje:

“Ez 18 salî bûm û li malê bi birayê xwe re dileyistim. Me şarjorê derxistibû lê di xezna demançê de gulekî mabû. Demançe teqiya û gule pekiya li eniya birayê min ket. Di nav millên bavê min de can da. Min ezabê wijdanê di temamê emrê xwe de kişand.”

Lêpirsînekî fermî nehat kirin. Li gor gotinan; bavê wî Kont Juan de Borbón, krîza asaban derbas dike û ji kurê xwe dipirse: “Sondê bixwe ku te bi zanîn vêya nekiriye?” Bedena Alfonso di nav ala Îspanya de dipêçin û defin dikin lê demançê davêjin deryayê. Juan Carlos dişînin dibistana wî ya leşkerî.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.