Hoşyar Zêbarî: Iraq li ber teqînê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê berê yê Iraqê û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî got ku Iraq ji ber êrîşên bêpîlot ên komên çekdar li ber teqîneke mezin e.
Hoşyar Zêbarî di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala televîzyonê ya El-Sumaryayê li ser rojevê daxuyanî da.
Zêbarî, diyar kir ku hedefgirtina binesaziya aborî û zeviyên petrolê êrîşeke "dijminane" li ser Herêma Kurdistanê ye û got, "Êrîşên bi dronan ji aliyê hêzên Iraqî ve di nav axa Iraqê de hatin kirin. Gelek dever, di nav de parêzgeha Silêmaniyê, Balafirgeha Kerkûk, Balafirgeha Hewlêrê û zeviyên petrolê, hatin hedefgirtin. Saziyên ewlehî û îstîxbarata Herêma Kurdistanê, li gel Hikûmeta Iraqê, hêzên koalîsyonê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li ser êrîşan lêpirsîn dan destpêkirin. Bi Lêêkolînan eşkere bû ku dron ji deverên di bin kontrola Heşdî Şebî de hatine firandin."
Zêbarî, diyar kir ku êrîş ji aliyê gelek komên milîs ve hatine kirin û got, "Ew êrîşên rêxistinkirî li ser Herêma Kurdistanê dikin da ku tirsê bixin dilê şirketên hilberîna petrolê û çalakiyên wan li Herêma Kurdistanê asteng bikin. Ev êrîşek li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye, ne li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye. Grûpên milîs ên Iraqî bi agir dilîzin. Ji ber vê yekê, ev êrîş dê bertekên xirab bi xwe re bînin, û Iraq niha li ber teqînek mezin e."
Hoşyar Zebarî bi bîr xist ku tenê di meha Tîrmehê de komên çekdar 14 êrîşên bi dronan pêk anîne û got, "Wan her rêbazeke gengaz ceriband da ku lêpirsînê tevlihev bikin. Mînak; wan hemû êrîş bi heman celeb dronan pêk neanîn."
Zêbarî derbarê hilbijartinên Iraqê yên pêşerojê de got:
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin."Em naxwazin tu alî bigihîje qonaxa pevçûnê. Hilbijartinên pêşerojê ji bo hemû aliyan dê dijwar bin. Bi taybetî redkirina tevgera Sedr ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de dê gelek hevkêşeyên navxweyî biguherîne."





