Hums | Hizbullahê êrîş kir: 8 çekdarên HTŞyê û 2 sivîl hatin kuştin

Hums | Hizbullahê êrîş kir: 8 çekdarên HTŞyê û 2 sivîl hatin kuştin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hizbullahê êrîşî gundewarên Humsê kir û 8 çekdarên HTŞyê hatin kuştin û 2 sivîlan can da.

Her wiha hat diyarkirin ku rojnamevanek û wênegirek jî li nêzîkî sînorê Sûriyeyê û Lubnanê, li rojavayê bajarê Humsê, li nêzîkî bendava Zeyta birîndar bûn.

Hat diyarkirin roja Yekşemê, pevçûn di navbera artêşa Sûrî û komên çekdar de li ser sînor derketin piştî ku sê karmendên Wezareta Berevaniyê ji aliyê çekdarên Libnanî ve li devera sînorî ya el-Qusair hatin kuştin.

Artêşa Lubnanê ragihand ku gund û bajarokên Lubnanê ji hundirê axa Sûriyê hatine topbarankirin. Di bersivê de, yekîneyên leşkerî yên Lubnanê bersiv dan û çavkaniyên agir kirin armanc.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.