Fermandarê HSDê Sîpan Hemo: Sûriye bûye 40 parçe ne çar parçe
 
                    PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, li ser mijara paşeroja Sûriyeyê û tevlîbûna HSD'ê ya di nav artêşa Sûriyeyê de ragihand ku ew entegrasyoneke rasteqîn a neteweyî dixwazin, ne ya şiklî.
Hemo da zanîn ku Sûriye di rewşeke dijwar de ye û ji bo çareseriyê divê hemû alî alîkariya hev bikin.
Sîpan Hemo rexne li wan aliyên siyasî yên Sûriyeyê girt ku beriya rûxana rejîma Beşar Esed di Konferansa Riyadê ya 2015’an de daxwaza sîstema nenavendiya birêvebiriyê kiribûn, lê niha li dijî wê derdikevin û wekî "xiyaneteke neteweyî" dibînin.
Hemo destnîşan kir ku armanca nenavendîbûnê ew bû ku Sûriye bi aqilê saziyan bê birêvebirin, ne bi yê ofîsên ewlehiyê. Hemo bang li wan aliyan kir ku vegerin ser wê helwesta xwe ya berê û got, HSD tiştekî nû naxwaze, tenê dixwaze tişta ku wan beriya 10 salan li ser li hev kiriye pêk bînin.
Fermandarê HSD'ê diyar kir ku pirsgirêka sereke ya Sûriyeyê ne nenavendîbûn bi xwe ye, lê zihniyeta yekalî ye ku her tiştî ji bo xwe dixwaze û beşdariya pêkhateyên din red dike, di encamê de Sûriye ne li ser 4 parçeyan, lê li ser 40 parçeyan hatiye dabeşkirin. Hemo herwiha destnîşan kir, pêwîstiya dewletê bi welatparêzên azad heye ku bi aqilê dewletê bifikirin, ne bi yê koman.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin. 
						
					 
						
					 
						
					 
						
					 
						
					