Di protestoyên hilbijartinên Tanzanyayê de 100 kes mirin

Di protestoyên hilbijartinên Tanzanyayê de 100 kes mirin

PeyamaKurd- Di protestoyên ku li welatê Tanzanyayê di dema hilbijartinên giştî û parlamentoyê yên 29ê Cotmehê de derketin, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku herî kêm 100 kes mirine.

Partiya sereke ya muxalefetê îdia kir ku di protestoyan de 700 kes hatine kuştin. Li ser qedexekirina namzedên mixalefetê, li gelek bajarên welêt xwepêşandanên mezin çêbûn û li Darusselamê kolan bûne qada şer.

Li ser vê yekê qedexeya derketina derve hat ragihandin û li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî kêm 100 kes hatine kuştin.

 

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.