Îranê êrîşî Îsraîlê kir: 100 balafirên bêpîlot hatin avêtin!

Îranê êrîşî Îsraîlê kir: 100 balafirên bêpîlot hatin avêtin!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji bo tolhildana êrîşên Îranê zêdetirî 100 balafirên bêmirov (UAV) ber bi Îsraîlê ve şandine.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê X, destnîşan kir ku di çend demjimêrên dawî de balafirên bêmirov (UAV) dest bi tevgera ber bi Îsraîlê ve kirine.

Adraee ragihand ku wan ji bo bêbandorkirina balafirên bêmirov ên ku ji hêla Îranê ve berî ku bigihîjin Îsraîlê hatine avêtin, tedbîr girtine.

Sepahnews ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê tê nasîn, ragihand ku balafirên bêpîlot ên kamîkaze ji Îranê bo Îsraîlê hatine şandin.

Di posteke hesabê X ê artêşa Îsraîlê de, hat piştrastkirin ku Serfermandarê Giştî yê Îranê Mihemed Baqerî û Fermandarê Muhafizên Şoreşê Huseyîn Selamî hatine kuştin û hat ragihandin ku di êrîşên li seranserê Îranê de zêdetirî 200 balafirên şer hatine bikaranîn.

 
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.