Starmer ji Netenyahu re got: “Gengeşê kêm bikin”

Starmer ji Netenyahu re got: “Gengeşê kêm bikin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Starmer di rêya telefonê de bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu re axifî û jê xwest ku ew germahiya nexweş ya li herêmê kêm bikin û behsa girîngiya wê kir.

Di axaftina her dû lîderan de li ser ewlehiya herêmê, gihandina alîkariya mirovî bo Xezzayê û pêngavên ji bo bidawîanîna şer axifîn.

Ragihandina axaftina her dû lîderan ji aliyê Ofîsa 10an de bi nivîskî hat kirin.

Starmer gotiye ku ew destekê dide mafên rewa yê xwe parastina Îsraîlê û behsa endîşa bernama nuklerî ya Îranê kiriye. Starmer her weha gotiye ji bo daxistina asta gengeşeyan divê li ber dîplomasiyê rê vebe.

Îsraîlê li bajarên Îranê yên wekî Tehran, Tebrîz, Esfahan ku tesîsa nuklerî ya Natanzê lê ye, Loristan, Kirmanşah, Şîraz, Huzistan, Hemedan û bajarê Qûmê xistibû.

Di êrîşan de serokerkanê Îranê Muhammed Baqiri, fermandarê giştî yê Parazvanên Şoreşê Tumgeneral Huseyin Selami, fermandarê baregeha Navenda Hatemul Enbiya Gulamali Reşid, fermandarê hêzên hewayî û fezayî Tuxgeneral Emir Ali Hacizade, gelek fermandarên din û 6 zanyarên zanista nuklerî kuştibû.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.