Îsraîl: Dronên Îranî li derveyî qada hewayî hatin têkbirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên bêmirov (UAV) yên ku ji aliyê Îranê ve hatine şandin, berî ku bigihîjin qada hewayî ya Îsraîlê, hatine îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Balafirên bêmirov ên ji Îranê hatine şandin, berî ku bikevin qada hewayî ya Îsraîlê, hatine bêbandorkirin."
Berê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku welatê wî "êrîşek pêşîlêgirtinê" li dijî Îranê daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de rewşa awarte ragihandiye.
Serokwezîr Benjamin Netanyahu diyar kir ku operasyona bi navê "Şêrê Bilindbûyî" êrîşî dilê bernameya dewlemendkirina atomî ya Îranê kiriye. Netanyahu got ku tesîsa nukleerî ya li Natanzê bi taybetî hatiye hedefgirtin û "operasyon dê berdewam bike heta ku xeter ji holê rabe."
Li gorî agahiyan, di bersiva êrîşên Îsraîlê de, artêşa Îranê zêdetirî 100 balafirên bêpîlot ber bi Îsraîlê ve şandine.





