Rûsya tewrê xwe yê li ser şerê Îran û Îsraîlê aşkera kir

Rûsya tewrê xwe yê li ser şerê Îran û Îsraîlê aşkera kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê bi şêweyekî tundî şermezar kir û got ku êrîşên weha nayên qebûlkirin.

Wezaret, êrîşê bi ‘wahşet’ê bi nav kir û kiryarên Îsraîlê li dijî peymana Neteweyên Yekgirtî û hûqûqa navdewletî bi nav kir. Wezaret di daxwuyaniya xwe de got:

“Em bi endîşene ku di Rojhilata Navîn de dijberî û dijminahî bi awayekî talûke zêde dibe. Îsraîl wekî endamekî Neteweyên Yekgirtî, êrîşê li hemberê dewletekî desthilat, sîvîl, bajarên ku radizên û avahiyên bingehîn yên enerjiyê da destpêkirin û em êrîşên leşkerî bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar ti carê nayên qebûlkirin.”

Rûsya ji sala 2022an heya niha têkiliyên xwe bi Îranê re baş kiriye, ji Îranê dronan û fuzeyan dikire.

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.