Îranê di meha Cotmehê de 283 kes bidarve kir

Îranê di meha Cotmehê de 283 kes bidarve kir

PeyamaKurd- Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku 28ê Cotmehê ket hefteya 92yan bi tevlîbûna girtiyên li Girtîgeha Tîreçe ya li Buruçerd û Girtîgeha Îlamê re hejmara girtîgehên tevlî kampanyayê bûne gihîşt 54an.

Di daxuyaniya ku ji aliyê beşdarên kampanyayê ve hat dayîn de, hat gotin ku bi cezayên darvekirinê armanc tirsandin û bêdengkirina kesên azadîxwaz e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, 46 sal in rejîma otorîter gel di bin zextê de digre, cezayê darvekirinê weke rêbaza rêvebirinê bi kar tîne.

Hejmara kesên di mehek de hatin bidarvekirin di salên dawî de hejmara herî zêde ye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê beşdaran ve hat weşandin de wiha hat gotin: “Di hefteya 92’yemîn a kampanyanyayê e, tenê di nava mehek de ji aliyê rayedaran ve 283 bûyerên darvekirinê hatin qeydkirin. Vê hejmarê weke lekeyek reş li sicîla reş a îranê zêde bû.”

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.