Îran: Ger derbarê bernameya nukleerî de biryarek li dijî me were dayîn…

Îran: Ger derbarê bernameya nukleerî de biryarek li dijî me were dayîn…

PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî ragihand ku eger Civata Rêveber a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) her biryarekê li dijî wî welatî bide, ew ê hevkariya bi IAEA re kêm bikin.

Kemalwendî di bernameyeke ku beşdarî televizyona dewletê bû, îhtimala derkirina biryarekê ji aliyê Lijneya Rêvebiriya IAEA li dijî Îranê nirxand, ku aliyên ewropî yên rêketinama navokî ya bi navê E3, ango Brîtanya, Fransa û Almanya, bi binpêkirina rêketinama nukleerî tawanbar dikin.

Kemalvendî diyar kir ku ji aliyê Lijneya Rêvebir a IAEAyê ve dibe ku li dijî Tehranê biryar were dayîn ku "mekanîzmaya paşvekişandinê" ya ku wê cezayên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li dijî Îranê vegerîne, were destpêkirin û got, "Heke wiha be jî, ev nayê wê wateyê ku dema ku Îran erkên xwe neanîne cih, mekanîzmaya tetikê bê aktîfkirin. Me hemû erkên xwe bi cih anîn."

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.