Îsraîlê piştgiriya hewayî da grûbên çekdar ên li dijî Hemasê

PeyamaKurd – Şeva Duşemê, artêşa Îsraîlê li başûrê Xezeyê êrîşeke hewayî li dijî hêzên Lîwayên Îzedîn el-Qesam, baskê çekdarî yê Hemasê, pêk anî.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îsraîlî i24Newsê, ev bûyer li devera Xan Yûnisê, nêzîkî Refahê, qewimî, ku pevçûn di navbera milîsên Yasir Ebû Şebab û hêzên Hemasê de derketibû. Hêza Hewayî ya Îsraîlê droneke şer şandibû cihê bûyerê û çar şervanên Qesam hedef girtibû, bi armanca piştgirîdana milîsên Ebû Şebab, ku li dijî Hemasê şer dikin.
Milîsên Yasir Ebû Şebab berpirsiyariya êrîşa li dijî endamên ewlehiya navxweyî ya Hemasê girtin ser xwe. Cîgirê serokê komê, Hesen el-Dahînî, li ser Facebookê ragihand ku hêzên wan cara yekem roketên dijî-tank li dijî Hemasê bi kar anîne û lîsteyek ji navên endamên Hemasê yên ku hatine kuştin weşandin. Ev êrîş weke yekem operasyona wan a eşkere li dijî Hemasê li Xan Yûnisê hate binavkirin, ku bi piştgirîya Îsraîlê hate kirin.
Li gorî rojnameya Îsraîlî Haaretzê, hikûmeta Îsraîlê çekan dide komeke milîs a bi ser Yasir Ebû Şebab ve, ku bi eşîra Tarabîn a bedewî ya li Refahê ve girêdayî ye. Serokê Partiya Îsraîlî, Yisrael Beiteinu Avigdorê Liberman û Serokwezîr Benjamîn Netanyahû ev piştgirî piştrast kirine, û tê gotin ku çekên ji talanên Hemasê hatine bidestxistin ji bo van koman tên bikaranîn. Ev stratejiya Îsraîlê ya çekdarkirina komên herêmî ji bo qelskirina Hemasê, gaveke nakok di rêvebirina şerê li Xezeyê de temsîl dike.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




