Îsraîl û Qeterê Peymanên Parastinê yên bi milyonan dolarî îmze kirin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Îsraîlê Walla, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû peymanên parastinê yên bi milyonan dolarî yên di navbera Qeter û şîrketên parastinê yên pêşeng ên Îsraîlê de pesend kir.
Şirketên wekî Elbit, Rafael û Israel Aerospace (IAI) bi şîrketên Qeterî re li hev kirine.
Wallayê ragihand ku şirketa Elbit, ku navenda wê li Hayfayê ye, peymanên bi nirxê 100 milyon dolarî bi Qeterê re îmze kiriye.
Her weha, şirketa Rafael jî peymanên bi milyonan dolarî bi dest xistiye. Rayedarên payebilind ên IAIê vê dawiyê herî kêm 20 caran serdana Dohayê kirine û li baregeha xwe ya li Îsraîlê rayedarên Qeterî pêşwazî kirine.
Ev peyman, ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê û Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ve hatine pejirandin, danûstandina çek, cebilxane û teknolojiya sîber di navbera her du aliyan de pêşbînî dike.
Tê gotin ku danûstandin beriya 7ê Cotmeha 2023yan dest pê kirine, lê ji ber şerê Xezeyê hin proje hatine rawestandin. Bi pejirandinên dawî, ev hevkariyên parastinê dîsa dest pê kirine.
Li gorî rojnameyên Times of Israelê û Walla, Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê derbarê van peymanan de şîroveyek nedaye.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.





