Ji Belarusê ji bo NATOyê: Dixwazin me bixin nav şer

Ji Belarusê ji bo NATOyê: Dixwazin me bixin nav şer

PeyamaKurd – Serokkomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko bertekê nîşanî NATOyê da ku hêzên xwe dixin ser rojavayê sînorên Polonya û welatên Baltikê. Lukaşenko got:

“Tişteka gelek zelal heye. Ya rast dixwazin me bixin nav şerî. Em li terefê din yê sînorî jiyana aştiyane ava dikin. Em hendekan nakolin. Hezkirina me ya aştiyê ne pasîfîzm e. Bila mijarê tevlihev nekin.”

Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko axaftina xwe di meclisa xelkê ya Belarûsê de kir. Lukaşenko got ku NATO eskerên xwe dixe ser sînorê Polonya û Baltikê, sîlihên xwe nûjen dike û weka wan çekan di baregehên Belarusê de jî bicîh dikin. Lukaşenko weha dewam kir:

“Her tehdîd zêde bibin wê Belarus tedbîrên simetrik bistîne lê bila nekin ku em tedbîrên asimetrik bistînin. Xelkê me gelek aştîxwaze û di dîrokê de em zanin xwurtbûna li ser navê aştiyê tê çi vateyê. Bê îstîqrarî kir ku koçberî zêde bibe, Anglo-Sakson û welatên ji Rojava wêdetir jê fêde dîtin.”