Ji Erdogan daxuyaniya bazirganiya bi Îsraîlê re: Ew kar qediya!

Ji Erdogan daxuyaniya bazirganiya bi Îsraîlê re: Ew kar qediya!

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 24ê Nîsanê li Koşka Serokomariya Tirkiyê pêşwazî li ser Serokomarê Almanya  Frank-Walter Steinmeier kir.

Di civîna hevbeş a rojnamevanî de herdu serokomaran bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Erdogan li ser pirsa bazirganiya berdewam a bi Îsraîlê re ku ji aliyê opozîsyona Tirkiyê ve dihat rexnekirin got, “Em êdî pêwendiyên xurt ên bazirganî bi Îsraîlê nakin. Ew kar qediya. Demek berê wezîrê me yê derve ev yek eşkere kir.”

Erdogan derbarê naveroka hevdîtina ligel serokomarê Alman de jî got ku ew li ser mijarên serbestiya vîzeyê, hemwelatiyên Tirk ên li Almanyayê û rakirina dorpêçên ser pîşesaziyê û mijara têkoşîna dijî terorê axivî ne û wan ji piştevaniya Almanyayê xwestiye.