Ji Hevpeymaniya Navdewletî li Idlibê êrîşa bi dronan: 3 kuştî

Ji Hevpeymaniya Navdewletî li Idlibê êrîşa bi dronan: 3 kuştî

PeyamaKurd- Îro Sêşemê 10ê Hezîranê, li derdora bajarokê Dana yê gundewarê Idlibê Dronekê motorsîklek kir armanc û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Piştî demeke kurt droneke din li ser rêya Atma, li Bakurê Idlibê otombîlek armanc kir û di encamê de kesekî din hate kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, heta niha nasnameya wan kesên di êrîşan de can dane nehatiye diyarkirin, lê çavdêr pêşbînî dikin ku drona êrîş kiriye ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.