Katz: “Pêşniyarî Hamayey dikim ku her vizeviza hat guhên wî, bila baş lê guhdarî bike"

Katz: “Pêşniyarî Hamayey dikim ku her vizeviza hat guhên wî, bila baş lê guhdarî bike"

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniysa Îsraîlê Yisrael Katz li ser tehdîda ser serokê dînî yê Îranê li ser Hamaney tehdîda kuştina wî dubare kir û got:

“Dema Hamaney ji sitargeha xwe derket derve, ez jê re pêşniyar dikim bila carna serê xwe rake û esmana binêre û li her vizevizê baş guhdarî bike.”

Wezîrê îsraîlî Katz di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku berê hewla kuştina Hanaye kirine û car din Hamaney bi kuştinê tehdîd kir.

Di medyayê de artêşa Îsraîlê inografiyekî belav kiribû ku tê de wêneyên zanayên nuklerî yên ku Îsraîlê wan kuştibû hat belav kirin. Di pey de Îran bi heman şêweyê serpereştên Îsraîlê nîşan dabû ku dê weka yên Îraniyan bên kuştin, belav kir û parvekirina wezîr Kartz ket pey belavkirina Îranê.

Wezîrê Îsraîlê berê ragihandibû ku di wexta şerê bi Îranê re xwestine ku Hamaney bikujin lê ji ber ciyê wî nikaribûne tesbît bikin, biser neketine.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.