Kazakistan û Îngîltere peymana hevkariya stratejîk îmze kirin

Kazakistan û Îngîltere peymana hevkariya stratejîk îmze kirin

PeyamaKurd – Di navbera wezîrê karên derve yê Kazakistanê û Îngîltere de peymana stratejik û hevkariyê hat îmzekirin. Her dû welat di seha enerjiyê, bazirganiyê, perwerdê û çandê de peyman îmzekirin û wê di sehayên navborî de hevkariya firehtir bikin.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Kazakistanê; wezîrê karên derve yê Îngîltere David Cameron, ji bo seredana fermî çû Kazakistanê. Kamerun li Astanayê bi cîgirê serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Kazkistanê bi Murat Nurtleure civiya.

Her dû teref ji bilî mijarên hevkariya herêmî û navdewletî, li ser têkiliyên duqolî rawestiyan. Cameron ragihand ku Îngîltere ji bo pêşdebirina têkiliyan amade ye bi Kazakistanê re têkiliyên xwe kûrtir bike.

Di peymana ku îmze kirin de siyaseta derve, ewlehî, bazirganî, teşwîqa veberhênanê, hawirdorî, guherîna kêşûhewayê, karê bankayê, darayî, siyaseta civakî, zanist û perwerde hene ku peymanekî pir berfirehe.

Piştî îmzekirina peymanê wezîr Cameron, ji aliyê serokkomar Tokayev de hat qebûl kirin.