Kenya: Di balafira ketî de 10 geştiyarên Macar û Alman mirin

Kenya: Di balafira ketî de 10 geştiyarên Macar û Alman mirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 28ê Cotmehê danê sibehê, li bajarê Mombasa yê Kenyayê balafireke piçûk ket ku 11 kes tê de bûn.

Li gorî zanyariyên dawî, di balafira ku li nêzî navçeya Kwale ya Mombasayê ketiye de ji 11 kesên can dane 8ê wan geştiyarên Macarî û 2 jî Almanî bûn.

Hate diyarkirin ku pîlot jî Kenyayî bûye ku wî jî di qezayê de can daye.

eştiyaran dixwest bi balafirê biçin kampa Safariyê ya di nav Parka Niştimanî ya Maasai Marayê.

Di balafira ketî de ti kes rizgar nebû.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.