Kılıçdaroğlu Özel rexne kir: Bi Qesrê re muzakere nayê kirin, pê re têkoşîn têkirin

Kılıçdaroğlu Özel rexne kir: Bi Qesrê re muzakere nayê kirin, pê re têkoşîn têkirin

PeyamaKurd – Serokê berê yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu ji ber serokê CHPê Özgür Özel di resepsiyona 23ê Nîsanê de di meclisa Tirkiyê de bi serokkomar Tayip Erdoğan re hevdîtin kir, bertekê nîşanî serokê CHPê Özgür Özel da û got:

“Di welatê me de bi milyonan zarok astengiya xwarin û perwerdê dibîne, bi milyonan gêncên me ciwaniya xwe najî lê hêj di welatê xwe de rûyê deryayê nediye, bi milyonan dê û bav nikarin debara xwe ya rojane bikin, dawiya mehê bînin û derûniya wan baş nîne. Di van şertan de bi damezrênerê vê sîstemê re hevdîtin na lê têkoşîn tê dayîn.”

Kılıçdaroğlu di encama daxwuyaniya xwe de helbestekî ji helbestvan Adnan Yücel xwend ku tê de behsa zewq û sefa di qesran de dike.