Kolanên Los Anglesê dişewitîn: Zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd- Li Los Angeles a Amerîkayê, piştî ku xwepêşandanên li dijî operasyonên li ser koçberên bêdestûr veguherî tundûtûjiyê, zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.
Di xwepêşandanên navenda bajêr de, wesayît hatin şewitandin û xewpêşander bi hêzên ewlehiyê re pev çûn.
Hêjayî gotinê ye, ev xwepêşandan weke nerazîbûna li hember operasyonên Daîreya Koçberî û Gumrikê (ICE) hatibûn lidarxistin.
Şaredara Los Angelesê, Karen Bass, ragihand ku di protestoyên "komên marjînal" de zêdetirî 100 kes hatine binçavkirin. Bass destnîşan kir ku ev çalakiyên tundûtûjî û vandalîzmê di demên derengiya şevê de pêk hatine û anî ziman, ev ne ji aliyê piştgirên koçberan, lê ji aliyê "komên marjînal" ve hatine rêvebirin.
Herwiha Bass got ku wan ji bo mafên koçberan têkoşîn dikir û dixwest operasyon bên rawestandin.
Bass bang li rêveberiya Serok Donald Trump jî kir ku operasyonên koçberan li bajêr rawestîne.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




