Kutahya bi şideta 4,5an hejiya

PeyamaKurd – AFADê ragihand, li bajarê Kutahyayê yê Tirkiyê erdhejeke bi hêza 4,5an pileyan çêbû.
Serokatiya Rêvberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) derbarê erdhejê de agahî da.
AFADê da zanîn erdhej di saet 13:15an de çêbûye.
Li gorî agahiyên AFADê kûrahiya erdhejê 7,71 kîlometre ye.
Her weha AFADê got, rewşeke neyînî li holê nîne û xebatên wan ên qadê berdewam dike.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




