Li Amerîkayê balafireke 6 kes tê de bûn kete deryayê

PeyamaKurd - Li bajarê San Diego yê eyaleta Kalifornia ya Amerîkayê balafireke biçûk a cureya Cessna 414 ku 6 kes tê de bûn kete deryayê. Hate ragihandin ku balafir li peravên Point Lomayê ketiye behrê.
Berpirsê Ewlekariya Peravê ya Amerîkî, Ryan Graves, ragihand ku tîmên wan cihê enqazê tespît kirine û kûrahiya deryayê li wî cihî nêzîkî 61 metre ye. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Li gorî medyaya Amerîkî, di balafirê de pîlot, hevjîna pîlot, bav û sê kurên wî hebûn. Hat ragihandin ku pîlot piştî rabûnê di kontrolkirina balafirê de zehmetî çêbûye û di 13 saniyeyan de ji 1900 feet bilindahîyê ketiye. Balafir 6 deqe piştî rabûnê ketiye deryayê. Balafir ji Balafirgeha Navneteweyî ya San Diegoyê rabûbû û ber bi Phoenix, Arizona ve diçû.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




