Li Konyayê bi tivinga nêçîrê 12 kes birîndar bûn û 3 kes di bin çav de ne
PeyamaKurd – Li bajarê Konya li navça Selçukê li taxa Horozluhanê di kolana Bezirganê de, di dukkana tamîra otoyan de, bi tivinga nêçîrê 12 kes birîndar kirin, polîs çû ciyê bûyerê û niha 3 kes di bin çav de ne.
Bûyer ber destê êvarê qewimî. 12 kesên birîndar bûne kesên li kargehê û der û dor bûne. Polîs ket pey ew kesên ku bi tivingê li 12 kesan xistine.
Ew kesên ku bi tivingê li kesên kargehê xistin, li otomobîlekî siwar dibin û ji ciyê bûyerê direvin. Niha polîs dixebite da wan bigre.
12 kesên ku di rûdanê de birîndar bûn, ew birin nexweşxanê da derman bikin.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.