Li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat ragihandin

PeyamaKurd – Rayedarên hem li New York û hem jî li New Jerseyê li ber barana zêde û lehiyê rewşa awarte ragihandin.
Barana giran roja Pêncşemê sibê li hem New York û hem jî li New Jerseyê dest pê kir, û li hin deveran bû sedema lehiyê.
Rayedarên herdu eyaletê welatiyan hişyar kiriye ku heya ku bi tevahî ne hewce be dernekevin.
Ajansa Meteorolojiyê ya DYAyê pêşbînî kir ku di demjimêrên pêş de pêleke din a baranê her du dewletan bigire nav xwe û rêjeya kombûna avê û lehiyê zêde bike.
Agirkujan got ku piştî baranên gurr û lehiyan, zarokek li nêzîkî bajarê New Yorkê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî hat dîtin.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




