Medyaya Sirb: Li Sirbistanê hewldana kudetayeke berfireh çêbû

Medyaya Sirb: Li Sirbistanê hewldana kudetayeke berfireh çêbû

PeyamaKurd- Medyaya Sirbî îdia kir ku li welêt hewldaneke kudetayê ya berfireh hatiye kirin û Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vučić, Konseya Ewlehiya Neteweyî ji bo civîneke lezgîn a sibê vexwandiye.

Rojnameya Novosti ya navenda wê li Sirbistanê ye, ragihand ku li welêt hewldaneke kudetayê ya berfireh hatiye kirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku ji bo Wezîrê Bazirganiyê yê berê yê Sirbistanê Tomislav Momirović û Wezîrê Binesazî û Enerjiyê yê berê yê Sirbistanê Goran Vesić, biryara girtinê hatiye derxistin.

Herwiha hat îdiakirin ku di hewldana kudetayê de, ku tê îdiakirin bi fermana welatên din ên Ewropayê hatiye kirin, Dozgerê Taybet ê Dozgeriya Giştî ya Têkoşîna Li Dijî Tawanên Organîze Mladen Nenadić û Dozger Jasmina Ganić, herwiha efserên polîs ên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Sirbistanê (UKP) û Yekîneya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Organîze (SBPOK) jî beşdar bûne.

Hate destnîşankirin ku Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vučić jî banga civîna Konseya Ewlehiya Neteweyî ji bo sibê kiriye. Tê çaverêkirin ku di civîna sibe saet 12.00an de hewldana kudetayê ya navborî bibe mijara sereke.

 

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.