Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê

Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê

PeyamaKurd- Rêxistina Mafê Mirovan a Hana li ser êrîşên hêzên Îranê li ser kolberan rapora Tîrmehê eşkere kir.

Di rapora rêxistina Hana de hatiye eşkere kirin ku di meha Tîrmehê de li sînorên Rojhilatê Kurdistanê 12 kolberên Kurd bûne armanca hêzên rejîma Îranê.

Hate diyarkirin ku di van êrîşan de 6 kolberan can daye û 6 jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka sala 2024an ve li Rojhilatê Kurdistanê 53 kolberên Kurd hatine kuştin û 131 kolber jî birîndar bûne.

Ev nivîs 138 car hatiye xwendin.