Li Tekirdağê 200 donim seha şewitî

Li Tekirdağê 200 donim seha şewitî

PeyamaKurd – Li aliyê Trakyayê li bajarê Tekirdağê li navça Marmaraereğlisiyê li gundê Türkmeneliyê agir bi sehayê ket û hindek mabû ku agir bigihê jîngehan.

Xelk gelek tirsiya û ket nav panîkê. Ji ber bayê xwurt, şewat zû belav bû lê tîmên îtfaiyê karibûn piştî şewata 200 doniman şewatê rawestîne. Binecihên wê derê jî di serî de ew bi xwe û paşî bi desteka îtfaiyê ber li şewatê girtin û xebitîn.

Sedema agirvêketina sehayê nehat zanîn lê di mijarê de lêpirsîn dewam dike.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.