Şaxewan Ebdullah: Hikûmet êrîşkarên li dijî Herêma Kurdistanê nas dike

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebullah eşkere kir ku hikûmeta Iraqê nasnameya koman dizane ku êrîşên dawî bi balafirên bêpîlot (dron) li Herêma Kurdistanê pêk anîne. Wî daxwaz kir ku berpirsiyarên van êrîşan bên cezakirin û encamên wan li ser gelê Kurdistanê neyên barkirin.
Di civîneke çapemeniyê de, roja Şemiyê, 2yê Tebaxa 2025an, Ebdullah diyar kir ku di navbera 14 û 18ê Tîrmehê de 14 dron ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin, û ajansên peywendîdar navên sûcdaran û komên girêdayî wan dizanin.
Di çarçoveyeke din de, wî behsa dosyaya petrolê kir û got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ji Bexdayê re ragihandiye ku amade ye petrolê radestî Şirketa Neteweyî ya Petrolê (SOMO) bike, û bi zêdebûna hilberînê re şandina petrolê dê zêde bibe. Wî ragihand ku ev mijar bi balyozxaneya Amerîkayê re nîqaş kiriye û tekez kir ku divê hikûmeta Iraqê mûçeyên karmendên herêmê bi derengî nexe.
Derbarê mûçeyên meha Hezîranê de jî wî got ku Herêma Kurdistanê hemû prosedurên xwe temam kirine, lê biderengketina mûçeyan ji ber hikûmeta Iraqê ye û ev pirsgirêk siyasî ye, ne teknîkî.
Wî her weha anî ziman ku mûçeyên Gulanê bêyî li benda biryara Dadgeha Federal hatine dayîn. Ebdullah bal kişand ser guhertinên pişka budceya Herêma Kurdistanê ya sala 2026an û daxwaz kir ku mûçeyên Hezîranê tavilê bên şandin. Wî her weha amadebûna herêmê ji bo radestkirina petrolê piştrast kir.
Derbarê pêvajoyê de li ser şehîd û girtiyên siyasî de, wî tekez kir ku ev yasayê dê neyê pejirandin heta ku qurbaniyên Enfalê û şehîdên Helebçeyê tê de bên naskirin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




