Operasyonên narkotîkê li 70 parêzgehan: 940 gumanbar hatin girtin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku di 10 rojên borî de li 70 parêzgehan operasyonên berfireh ên li dijî bazirganên narkotîkê hatine kirin û di van operasyonan de 940 gumanbar hatine girtin.
Yerlikaya di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku bi tevahî 1.420 tîm, 3.550 personel, 13 balafir û 49 kûçikên tespîtkirina narkotîkê beşdarî operasyonan bûne.
Di operasyonan de 565 kîlogram narkotîk û 357.180 hebên narkotîkê hatine desteserkirin.
Operasyon li van parêzgehan hatin kirin:
Operasyon li tevahî 70 parêzgehan hatin kirin, di serî de Stenbol, Enqere, Îzmîr, Gazîantep, Konya, Edene û Antalya. Herwiha di nav van parêzgehan de Urfa, Diyarbekir, Bursa, Mersîn, Kayserî, Erzirom, Wan, Sakarya, Meletî, Sêwas û Mugla jî hene.
Wezîr Yerlikaya got, "Em ê rê nedin firoşkarên narkotîkê ku zerarê bidin," û tekez kir ku operasyon wê bi biryardarî berdewam bikin.





