Pûtîn fermana amadekirina pêsniyarên ceribandinên çekên atomî da

Pûtîn fermana amadekirina pêsniyarên ceribandinên çekên atomî da

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya hefteya borî ku gotibû Amerîka wê dîsa dest bi ceribandinên çekên atomî bike, ferman da rayedarên payebilind ên rûsî ku ji bo ceribandinên çekên atomî yên mimkun pêşniyaran amade bikin.

Pûtîn diyar kir ku Rûsya her dem bi dilsozî pabendî erkên xwe yên di Peymana Qedexekirina Giştî ya Ceribandinên Nukleer de maye, lê belê eger Amerîka yan jî her hêzeke nukleer vê ceribandinê bike, Rûsya jî dê heman tiştî bike.

Pûtîn wiha got: "Ez fermanê didim Wezareta Derve, Wezareta Parastinê, servîsên taybet û saziyên sivîl ên têkildar ku her tiştî bikin da ku agahiyên zêdetir li ser vê mijarê kom bikin. Ew agahî li Encumena Ewlekariyê bêne analîzkirin û pêşniyaran pêşkêş bikin ji bo destpêkirina xebatên mimkun ên ji bo amadekirina ceribandinên çekên atomî."

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.