Osama Elmasry Nejim li Lîbyayê hat girtin
PeyamaKurd – Li ser biryara dadgeha navdewletî Osama Elmasry Nejim li Lîbyayê hat girtin. Ragihandin ji aliyê wezareta dadê ya Lîbya de hat kirin. Nejîm ji ber îşkence bi girtiyan kiriye û mirovan kuştiye tê darizandin. Nejîm berê amirê polîsê edlî bû.
Nejim berê li Îtalyayê hatibû girtin lê ew serbest berdabûn û paşde şandibûn Lîbyayê. Rewşa nejîm bûbû sedema krîzê.
Wezaretê ragihand ku di destê wan de têra xwe delîl hene û niha Nejîm girtî tê darizandin. Nejîm ji ber îhlala mafê 10 zîndaiyan kiriye û di îşkencê de zîndaniyekî kuştiye, hatiye girtin.
Dadgeha cezayê navdewletî li ser di şerê navxwe yê sala 2011an yê Lîbyayê de lêkolînan dike, di encamê de di derbarê Nejîm de fermana girtinê dabû.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.