Putin bo Trump: “Divê ez bersiva êrîşên İHAyên Ûkraynayê bidim”

Putin bo Trump: “Divê ez bersiva êrîşên İHAyên Ûkraynayê bidim”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di rêya telefonê de bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî û got ku divê Rûsya bersiva êrîşên Ûkraynayê yên bi İHAyan bide.

Putin êrîşên bi İHAyan yên Ûkraynayê ku kiribû ser balafirên Rûsyayê bibîr xist û got:

“Pêwiste ez bersiva vêya bidim.”

Trump jî piştî axaftina xwe ya bi Putin re ku 1 seet û 15 deqe dewam kiribû, di ser hesabê xwe yê Truth Social de weha ragihand:

“Em li ser êrîşên Ûkraynayê yên ser balafirên Rûsyayê ku di lîmana Rûsya de hatibûn rawestandin û li ser êrîşên din yên her dû aliyan axifîn. Serokê Rûsyayê Putin aşkera got ku wê mecbûr be bersiva êrîşên dawiyê yên ser balafirgehan bide. Axaftina me baş bû lê wê axaftina me yekser rêya aştiyê veneke.”

Putin, her weha ragihand ku di mijara bernama nuklerî ya Îranê de jî axifîne, bo Îranê wext kêm bûye û divê Îran biryara xwe bide û weha dewam dike.

“Min ji Putin re got ku wê Îran nikaribe bibe xwediyê çekên nuklerî û bersiva xwe dereng dixe da wext qezenc bike. Ez difikirim ku em bi mijarê de hemfirkin.”

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.