Rutte: Ger Çîn êrîşî Taywanê bike, ew ê pêşî gazî hevkarê xwe yê biçûk Putin bike

Rutte: Ger Çîn êrîşî Taywanê bike, ew ê pêşî gazî hevkarê xwe yê biçûk Putin bike

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte derbarê nakokiyên ku dikarin ji ber êrîşa Çînê ya li ser Taywanê derkevin holê de got, "Ger Serokê Çînê Xi Jinping êrîşî Taywanê bike, ew ê pêşî gazî hevkarê xwe yê biçûk li Moskowê, Vladimir Putin bike."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di hevpeyvînekê de bi rojnameya New York Times a Amerîkî re li ser nakokiyên ku dikarin ji ber êrîşa Çînê ya li ser Taywanê derkevin holê axivî.

Rutte got, "Ger Çîn êrîşî Taywanê bike, ew ê ji Rûsyayê bixwaze ku eniyek duyemîn li dijî NATOyê veke. Hişmendiyek zêde dibe, bila em di vê mijarê de saf nebin, ger Serokê Çînê Xi Jinping êrîşî Taywanê bike, ew ê pêşî gazî hevkarê xwe yê biçûk li Moskowê, Vladimir Putin bike û bêje, 'Hey, ez vê dikim û ez hewce dikim ku hûn NATOyê bi êrîşkirina herêmên wê yên li Ewropayê mijûl bikin.' Dibe ku tişt wisa biçin. Du tişt hene ku em dikarin bikin da ku wan asteng bikin. Yek ev e ku heke NATO bi hev re bihêz be, Rûsya wê newêre vê yekê bike. Ya din jî ew e ku em bi herêma Hind-Pasîfîk re bi hev re bixebitin, ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî bi tundî piştgirî dide wê."

Rutte berê daxuyanî dabû ku behsa lêçûnên pîşesaziya parastinê ya Rûsyayê kiribû, ku di dema operasyonên wê yên li dijî Ukraynayê de zêde bûn û diyar kiribû ku Kremlin dikare bi ji nû ve avakirina kapasîteya leşkerî ya welêt di nav pênc salan de gefê li NATOyê bixwe û hişyarî dabû hevalbendan ku tedbîrên lezgîn bigirin.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.