Rutte: Ger em xerca leşkerî ya NATO zêde nekin divê em fêrî Rûsî bibin

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku Rûsyayê di nava 3 mehan de sê qat zêdetirî hilberîna salekê ya NATOyê çek hilberandine û got, ger welatên NATOyê pereyên zêdetir ji bo parastinê xerc nekin, divê xwe fêrî zimanê Rûsî bikin.
Rutte di hevpeyvîna rojnameya New York Timesa Amerîkayê de, biryara zêdekirina lêçûnên parastinê yên welatên endamên NATOyê ji bo ji sedî 5an nirxand û da zanîn ku bêyî serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ew rêkeftin ti carî pêk nedihat.
Mark Rutte got, “Eger em lêçûnên xwe zêde nekin, divê em fêrî zimanê Rûsî bibin.”
Rutt, pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da û wiha axivî: “Ew hêjayî hemû pesnan e, çimkî bêyî serokatiya wî û bêyî ku wekî Serokê Amerîkayê were hilbijartin, rêkeftina li ser gihîştina ji sedî 2yê ya îsal û ji sedî 5ê ya sala 2035an dê ti carî pêk nehata.”
Li ser girîngiya NATOyê jî Rutte da zanîn: “Eger tu dixwazî Amerîkayê biparêzî, divê tu piştrast bî ku sê tişt parastî ne: Cemsera Bakur a parastî, Okyanûsa Atlantîk a parastî û Ewropayeke parastî, çimkî Rûsya li vir e û bi lezeke bêbawer xwe ji nû ve birêxistin dike. Eger ew sê herêm neyên parastin, dê pirsgirêkeke mezin a Amerîkayê hebe.”
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




