Efrîn | Diziya Kurdekî 70 salî hat kirin û lêxistin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku welatiyekî Kurd ê 70 salî, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê 2 kesên nehatine naskirin ve êrîş lê hate kirin.
Welatiyê bitemen ê bi navê Bedrî Mihemed Elî îro 7ê Tîrmehê danê nîvro, rastî lêdana tund ji aliyê 2 kesên nenas ji Erebên Hawirde ve hat û di encamê de bi giranî birîndar bû.
Endamên malbatê ragihandine ku êrîşkaran ji bilî lêdanê, otombîla wî ya ji curê Mazda Pîkap jî dizîne û reviyane.
Bedrî Mihemed Elî 70 salî ye ji gundê Çiyê ye, ji nav zeviyê xwe yê çandiyê vedigeriya û li çarêya gundê Dîkê û Qêsim rastî vê êrîşê hatiye.
Malbatê banga girtina tawanbaran û cezakirina wan û vegerandina otombîlê kirin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




