Şêwirmendê Îmamoglu hat desteserkirin

Şêwirmendê Îmamoglu hat desteserkirin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îbrahîm Ozkan hat desteserkirin.

Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li dijî gumanbaran, ku Ekrem Îmamoglu jî di nav de ye, bi tohmetên "rêveberiya rêxistineke sûc", "endamtiya rêxistineke sûc", "desteserkirina pereyan", "bertîl", "sexteya girankirî", "desteserkirina daneyên kesane bi awayekî neqanûnî" û "sexteya îhaleyê" hatiye destpêkirin de, geşedaneke nû çêbû.

Şêwirmendê Îmamoglu, Îbrahîm Ozkan, hat desteserkirin.

Li gorî TRTê, Ozkan ji bo lêpirsînê birine Dadgeha Stenbolê.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.