Sûriye: Gavên girîng ji bo cîbicîkirina rêkeftina di navbera Şam û HSDê de hatin avêtin

Sûriye: Gavên girîng ji bo cîbicîkirina rêkeftina di navbera Şam û HSDê de hatin avêtin

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku heta niha nêzîkî 100 komên çekdar tevlî wezaretê bûne.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya îro (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025an) de hat gotin ku ji bo cîbicîkirina peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de gavên girîng hatine avêtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi efserên ku ji bo sûdwergirtina ji rabirdû û ezmûna xwe ji rejîma Esed reviyane re hevdîtin hatine kirin û hin ji wan vegeriyane artêşê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta niha nêzîkî 100 komên çekdar bi Wezaretê re bûne yek," û hat gotin ku şervanên biyanî qurbanî dane û dilsozê artêşa heyî ya Sûriyeyê ne.

Di daxuyaniyekê de ji aliyê Serokatiya Sûriyê ve ku roja Duşemê 10ê Adara 2025an hat weşandin, hat ragihandin ku di navbera Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî de li ser veguhestina HSD bo artêşa Sûriyê lihevkirinek hatiye kirin.

 
Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.