Şaredarê bajarê Manisayê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Kemal Memişoğlu ragihand ku şaredarê şaredariya mezin yê bajarê Manisayê Ferdi Zeyrek jiyana xwe ji dest daye. Memişoğlu, di ser Hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Şaredarê bajarê mezin yê Manisayê Ferdi Zeybek di encama qezayekî de demekiye ku li nexweşxanê dihat dermankirin, mixabin jiyana xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe lê bike, ji malbat, hezkirox û mirovên wî re sersaxiyê dixwazim.”
Ferdi Zeybek di 6ê Hezîranê de, êvarê di mala xwe ya li navça Yunusemre, elektrîkê pê girtibû û ew biribûn nexweşxana zankoya Celal Bayar nexweşxana bi navê Sultanê. Ji 6ê mehê de heya niha li nexweşxanê dihat tedawîkirin.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




