Serokwezîrê Pakistanê li ser têkiliyên nû yên bi DYA re axifî

PeyamaKurd – Li gor Geo Newsê; serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif li payîtexta Pakistanê li Îslamabadê, di merasimekî balyozxana DYAyê de axifiye û behsa têkiliyên navbera Pakistan û DYAyê kiriye. Şerif ragihandiye ku car din têkiliyên navbera Amerîka û Pakistanê xwurt bûne û dest bi têkiliyan kirine.
Şahbaz Şerif ragihand ku têkiliyên dîrokî yên navbera her dû dewletan yên bazirganî û siyasî wê pêşdetir bibin. Şerif got ku di navbera her dû dewletan de têkiliyên dîrokî, bi esas û piralî hene, ev têkilî bi sed salaye dewam dikin û dest bi xwurtkirinê kirine.
Şerif, behsa bûyera navbera Pakistanê û Hindistanê kir û got:
“ Bûyera Pahalgamê operasyonekî sexte bû û ev rewş bi şer zelal bû. Piştî bûyerê em bi Amerîka re ketin nav diyalogê, rayedarên Amerîkayê gotin ku berteka Pakistanê bes bû û banga agirbesê kirin. Ez sipasiya Trump dikim ku helw da bo agirbesê, serok Trump layangirê aştiyêye, vêya nîşan daye û di şûna şerê sar de bazirganiyê û hevkariyê diparêze.”
Şahbaz Şerif ragihand ku bendene di navbera Pakistanê û DYA de, bi taybetî di seha teknolojiya zanistê, çandiniyê, perwerdê û tenduristiyê de hevkarî zêde bibin û li ser tarîfên baca gumrikê hevdîtin dewam dikin.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




