Starmer: Îngilistan bêyî piştgiriya Amerîkayê wê leşkeran neşîne Ûkraynayê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer di hevpeyvînekê de li gel Ajansa Bloomberê ragihand ku Îngilistan bêyî piştgiriya fermî ya Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) leşkeran naşîne Ûkraynayê.
Wî got ku DYA divê piştgiriyê bide Îngilistanê, dema ku jê hat pirsîn ka gelo leşkerên Îngilîz dikarin bêyî piştgiriya hewayî ya Amerîkî wekî beşek ji “koalîsyona dilxwazan” li Ûkraynayê werin bicihkirin.
Starmer destnîşan kir ku têkiliya di navbera Îngilistan û DYAyê de di warê ewlehî, parastin û parvekirina îstîxbaratê de pir bi hêz e.
Wî got,
“Tu sedem tune ye ku em bawer bikin ku em nikarin wekî her dem bi hev re bixebitin.”
Lêbelê, wî hûrgiliyên axaftinên taybet ên bi Amerîkayê re eşkere nekirin.
Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov berê diyar kiribû ku hebûna leşkerên NATOyê li Ûkraynayê, bi her awayî, ji bo Rûsyayê gef e û Rûsya wê vê yekê qebûl neke.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




