Sûdanî bi berpirsên Amerîkî yên Iraqê re civiya

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, piştî tomarkirina gilî li Neteweyên Yekbûyî bo Îsraîlê, bi Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya Iraqê Steve Fagin û Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kevin Leahy re civiya.
Serokwezîriya Iraqê ragihand, Sûdanî di civînê de ji berpirsên Amerîkayê re gotiye, "Ew tişta li dijî Îranê hat kirin, binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî ye û kiryareke dijminatî ye ku bingehên yasaya navneteweyî lawaz dike û gefê li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî çêdike."
Sûdanî daye zanîn, di demekê ku hêj hewlên dîplomatîk berdewam dikin, êrîş ne tenê hewlên hêdîkirinê lawaz dike herwiha nîşan dide ku niyeta zêdekirina bi zanebûn a aloziyê û kişandina herêmê ber bi rûbirûbûneke berfirehtir heye.
Mihemed Şiya Sûdanî êrîşa Îsraîlê şermezar jî kir û got: "Iraq bi tevahî red dike ku ax yan asmanê wê ji bo pêkanîn yan hêsankirina her kiryareke dijminatiyê li dijî her welatekî cîran were bikaranîn.
Serokwezîrê Iraqê daxwaz ji civaka navdewletî, bi taybetî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsyariyê wergirin.
Li aliyê din Steve Fagin û Kevin Leahy diyar kirin ku Amerîka tevlî êrîşê nebûye û welatê wan dilgiran e ku Iraq jî tevlî aloziyên li herêmê bibe.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




