The Jerusalem Post: DYA wê guvaşan li Netzah Yehudayê nesepîne

The Jerusalem Post: DYA wê guvaşan li Netzah Yehudayê nesepîne

PeyamaKurd - Rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Postê ji zarê du rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku piştî zextên hemû alîyên siyasî yên Îsraîlê, DYAyê biryar da ku sizayan li ser Tabûra Netzah Yehuda nesepîne. 

Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken roja Îniya çûyî di daxuyaniyeke çapemeniyê de gotibû ji ber çalakiyên wê yên binpêkirina mafê mirovan ên ku li Şerîa Rojava li dijî Filistîniyan pêk aniye, DYAyê biryar daye ku alîkariyên leşkerî yên ji bo Tabûra Netzah Yehuda rawestîne.

Hin rayedarên DYAyî ku navên xwe aşkere nekiribûn jî di wan rojan de ji medyaya Îsraîlê re ragihandibûn ku Blinken wê tabûra Netzah Yehuda ceza bike.

Piştî vê daxuyaniya Blinken, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku ew ê li dijî vê biryarê bi hemû hêza xwe şer bike. Netanyahû gotibû: “Ev biryar bilindiya bêaqiliyê û derbeke sincî ye.”

Serokê opozisyonê yê Îsraîlê Yair Lapid jî bi daxuyaniyekê vê biryara DYAyê rexne kiribû û gotibû: “Ev hewleke şaş e û divê Îsraîl ji bo betalkirina vê biryarê bi lez tevbigere.”