Trump bacên zêde li ser Tirkiyê sepand

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bacê 15% li ser Tirkiyê sepand. Tirkiye di nav welatên ku rêjeya bacê herî kêm bû de bû. Ev tedbîr îro wê bikeve meriyetê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bacê 15% li ser Tirkiyê sepand.
Biryara nû wê bacê 5% li bacê 10% ya heyî zêde bike, bi vî awayî tevahî digihîje 15%an.
Bacên nû ku îro ketin meriyetê, bandorê li gelek welatan dikin.
Rêjeyên bacê yên ku ji bo welatan hatine sepandin wiha ne:
Brezîlya: 50%
Îsraîl: 15%
Brîtanya: 10%
Hindistan: 25%
Kanada: 35%
Taywan: 20%
Afrîkaya Başûr: 30%
Meksîka: 30%
Sûriye: 41%
Tirkiye: 15%





