Wadephul: "Vegera demkurt a Sûriyeyiyan ne mumkin e"

Wadephul: "Vegera demkurt a Sûriyeyiyan ne mumkin e"

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanya Wadephul ku serdana Sûriyê kir, diyar kir ku vegera bo vî welatê wêranbûyî di demek kurt de ne mumkin e.

Wezîrê Alman soz da ku nêzîkî 40 milyon euro alîkariya zêdetir bide Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul ku serdana Sûriyê kir, derbarê vegera Sûriyeyiyan li Almanya bo welatê wan de daxuyanî da.

Wezîrê Alman, dema ku serdana Harasta kir, yek ji deverên ku di şerê navxweyî de li nêzî paytext Şamê herî zêde zerar dîtiye, got, "Hema hema kes nikare li vir bi awayekî mirovî bijî." Wadephul diyar kir ku wî berê qet wêraniyeke ewqas berfireh nedîtiye, destnîşan kir ku penaber wê di demek kurt de nikaribin vegerin welêt.

Wezîrê diyar kir ku ciwanên Sûrî yên ku li Almanya perwerde bûne dikarin bi azadî biryar bidin ka kîjan rêyê hildibijêrin. Wî zêde kir, "Her kesê ku hilbijêre ku bi me re bimîne, tevlî civaka me bibe û bi awayekî yekgirtî bixebite, wê berdewam were pêşwazîkirin." Wezîrê Alman herwiha diyar kir ku ew bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re di têkiliyê de ne ji bo vegerandina kesên ku sûcên giran kirine.

Wadephul, ku bi Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera re civiya, herwiha daxwaza ji nû ve avakirina bilez a Sûriyê kir. Wezîr diyar kir ku bi hilweşandina rejîma Esed re Sûrî ketine serdemeke nû û got, "Em dixwazin piştgiriyê bidin wan da ku ew êdî karibin pêşeroja welatê xwe bigirin destên xwe."

Wadephul tekez kir ku Ewropa berpirsiyariyek taybetî hildigire ser xwe û diyar kir ku divê Almanya di vî warî de pêşengiyê bike. Wî zêde kir ku Almanya wê ji ber krîzên mirovî yên li van welatan bi alîkariya zêde ya heta 52.6 mîlyon euro piştgiriyê bide Sûriye, Lubnan û Urdunê.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.