Dijeterora Kurdistanê: Li Pîrmamê ti êrîş nebûye, dengê rahênana leşkerî bû

Dijeterora Kurdistanê: Li Pîrmamê ti êrîş nebûye, dengê rahênana leşkerî bû

PeyamaKurd- Dezgeha Dijeterora Kurdistanê ragihand ku nûçe û dengoyên ku îro li ser hin dezgehên medyayê û torên civakî derbarê êrîşeke li ser navçeya Pîrmamê de hatibûn belavkirin, dengên ber rahênaneke leşkerî bûn ne teqîn yan jî êrîşekê.

Dijeterora Kurdistanê îro 31yê Cotmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew nûçeyên hatine belavkirin ti bingeheke wan a rastiyê nîne.

Daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê wiha ye:

"Îro Înê, 31ê Cotmeha 2025an, nûçeyeke nerast li ser hin kanalên ragihandinê û platformên medyaya civakî belav bûye, ku tê de hatibû îdiakirin ku bi rêya dronan êrîş li ser navçeya Pîrmamê hatiye kirin û dengê teqeyê hatiye bihîstin.

Em hemû aliyan piştrast dikin ku ev dengo ti rastiyeke wê nîne û ti bûyereke bi vî rengî jî çênebûye. Ew dengên teqînê yên ku hatine bihîstin, ji ber rahênan û perwerdeya leşkerî bûne û ti cihê metirsiyê nînin."

 

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.