Yekîtiya Ewrûpayê 68 milyon Eûro pere şand Fîlîstînê

Yekîtiya Ewrûpayê 68 milyon Eûro pere şand Fîlîstînê

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku ji bo alîkariya mirovî 68 milyon Euro pere şandiye Fîlîstînê. YE ragihand ku bi sedema şertên li Xezzayê zêde xerab bûne û pêdiviyên xelkê zêde bûne destekê şandiye Xezzayê. Komîsyona YEyê got:

“Li Xezzayê krîza mirovî dewam dike û pêdiviyên sehayê her diçe zêdetir dibe. Lewra me biryara alîkariyê da. 68 milyon Euro wê li dezgeyên sîvîl yên destekê didin Fîlîstîniyên sîvîl belav bikin. Armanca desteka pere ji bo xida, tendursitî, hewandin û desteka avê ye.”