70 koçberên Kurd ji Lîbyayê têne vegerandin

Dîroka Weşanê :
70 koçberên Kurd ji Lîbyayê têne vegerandin

PeyamaKurd- Balyozxaneya Iraqê ya Lîbyayê eşkere kir ku wan karûbarên vegera 70 koçberên Kurd temam kiriye û têne vegerandin.

Rêveberê Karên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf ragihand, piştî gelek hewldanan, rêkarên vegera dilxwaz a 70 koçberên Kurd ji bo Herêma Kurdistanê bidawî hatine.

Sehaf diyar kir, ew bi hevahengiyeke bilind ligel rayedarên Lîbyayê kar dikin, da ku çarenivîsa bi dehan koçberên din ên Kurd û Iraqî li deverên cuda yên Lîbyayê eşkere bikin û wan radestî navendên hewandanê bikin.

Rêveberê Balyozxaneyê hişyarî da ku torên qaçaxçîtiyê û bazirganiya mirovan hîn jî ciwanên Kurdistan û Iraqê dixapînin. Sehaf bang li malbatan kir ku rê nedin zarokên xwe ku bikevin nava metirsiya koça neyasayî ya bi rêya Lîbyayê.

Lîbya ji ber rewşa xwe ya nearam, bûye rawestgeha sereke ya koçberan a ber bi Ewropayê ve. Li gorî raporên navdewletî, koçber li wî welatî rûbirûyî zext û kiryarên nemirovî û girtinê dibin.