Ji Fîdan û Şeybanî daxuyaniyên HSDê: Bi Îsraîlê re kar dike, niyeta wê ya entegrasyonê nîne

Dîroka Weşanê :
Ji Fîdan û Şeybanî daxuyaniyên HSDê: Bi Îsraîlê re kar dike, niyeta wê ya entegrasyonê nîne

PeyamaKurd- Şandeke bilind a Tirkiyeyê îro serdana Şamê kir. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hempîşeyê wî yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed Şeybanî civiyan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, di civîna hevpar a rojnamevanî de, derbarê Peymana 10ê Adarê ya navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û Şamê de daxuyanî dan û îdia kir ku HSD pêvajoya entegrasyonî dixitimîne.

Fîdan got, “Em dibînin ku HSD nîyeta wê nîne hevdîtinên entegrasyonê pêşve bibe. Yek ji astenga herî mezin jî ew e ku HSD hin çalakiyên xwe bi Îsraîlê bi hemahengî birêve dibe.”

Şeybanî jî diyar kir, “Mixabin me ti îradeyeke entegrasyona Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji HSDê nedît. Em ê zêdetir girîngiyê bidin herêma Cizîrê. Wê dewleta Sûriyê li wir jî be.”